Tebax 12, 2018 11:37 Asia/Tehran
  • Sersaxiya şehadeta Îmam Muhemedê Teqêî (s)

Îro Yekşemê 29Zîqeideya sala1439 H-Q salvegera şehadeta Îmamê nehane şîeyan Îmam Muhemedê Teqî (s) ye.

Hezretê Imam Muhemed Teqî(s) li Remezana sala 195 H.Q ji dayîk bû û piştî şehadeta bavê xwe yê giranqedr hezretê Imam Riza(s) imamê heştan ê şîên cihanê imamet û rêberiya misilmanan girt stûyê xwe.

Dewrana jiyan û imameta Imam Cewad(s)serdema geşatiya medeniyeta Islamî û rewaca hizrên felsefî û itiqadî bo cihana islamê bû.

Gelê seranserê Îrana Islamî li şev û roja salvegera şehadeta hezretê Imam Muhemed Teqî(s) bi hizûra li mizgevtan , Tekyan, herema paqij a hezretê Imam Riza(s), Imamê heştan ê şîan li Meşhedê bakurê rojhilata Îranê û herema paqij a hezretê Mesûme(s) li bajarê pîroz a Qumê başûrê Tehranê tazîdariyê dikin.

Radyo û televîzyona Komara Islamî ya Îranê bi minasibeta salvegera şehadeta hezretê imam Muhemed Teqî(s) imamê nehan ê şîên cihanê serxweiyê dibêje misilmanan û azadîxwazên cihanê.