Tebax 12, 2018 10:39 Asia/Tehran
  • Rêberê mezine inqilabê: Sizadana gendelkarên abûrî bilez û bi edlayî cih were

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê mezine inqilabê duh şemiyê li bersiva nameya serokê saziya dadweriya Komara îslamî ya Îranê ragihand ku Zisadana gendelkarên abûrî bilez û bi edlayî cih were.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê mezine inqilabê duh şemiyê li bersiva nameya Ayetullah Sadiq Larîcanî serokê saziya dadweriya Komara îslamî ya Îranê ku bal kişandibû ser şerê abûrî yê dijminan dijî Îranê û hinek kesên ku hevrê digel dijminan li gendeliya abûrî dest hebûne û ji bo hedef û armancên dijminan xebitîne û îzna sizadana wan xwestibû  ragihand ku  Zisadana gendelkarên abûrî bilez û bi edlayî cih were.

Li nameya serokê saziya dadweriya Komara îslamî ya Îranê bo rêberê mezine inqilabê pêşniyar hatiye dan ku her cure kêmkirina sizaya van gendelkarên abûrî bila qedexe be.

Rêberê mezine inqilabê bilî ku ev pêşniyara serokê saziya dadê ya Komara îslamî ya Îranê qebûl kiriye ragihandiye bila sizadana van gendelkarên abûrî bilez û bi edlayî cih were û liser hukmên ku dadgeh dide bi hûrî û kûrî bila lêkolîn bê kirin.