Tebax 10, 2018 19:56 Asia/Tehran
  • Emîr Seyarî: Rola Îranê li dabînkirina ewlehiya derbasgehên deryayî ron û zelal e

Cîgirê hevahengkir ê Artêşa Komara îslamî ya Îranê roja Îniyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku rola Îranê li dabînkirina ewlehiya derbasgehên derayyî ji her kesî ra xûya û aşkira ye, got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ewelhiya deryayan dişopînin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Cîgirê hevahengkir ê Artêşa Komara îslamî ya Îranê, Emîr Deryadar Hebîbullah Seyarî li rêûrisma bidawîhatina pêşbirkên xevasiyê yên artêşên cîhanê li Nûşehrê li bakurê Îranê bi bîr xist: Komara Îslamî ya Îranê bi behrewergirtina ji nêmetên îlahî, ji bakur û başûr digihêje deryayê û bi berçavgirtina cînaretiya baş li pênc hezar kîlomitran sînorê deryayî digel cînaran, di ewlehiya tam da ye.

Cîgirê hevahengkir ê Artêşa Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir: Komara îslamî ya îranê hertim daxwaza cîhaneka bêyî şêrr û tiojî aştî û dostiyê dike.

Emîr deryadar Seyarî her wiha amaje bi lidarxistina serketî ya pêşbirkên xevasiyê yên artêşlê cîhanê li bajarê Nûşehrê kir û got: Di rewşa ku cîhana siyasetê digel peyvên aştî û dostaniyê biyanî ye, deryadil û çekdarên mêrxas li van pêşbirkan wateya van peyvan ragihandine cîhanê.

Cîgirê hevahengkir ê Artêşa Komara îslamî ya Îranê her wiha got: Beşdarên li van pêşbirkannefret û bêzariya xwe ji kesên ku dahola şêrr dikutin, ragihandin.

Pêşbirkên navneteweyî yên artêşên cîhanê îsal li 28 çiqên werzişê bi awayê hevdem li 7 welatên Rûsiye, Çîn, Îran, Qezaqistan, Komara Azerbaycan, Bilarûs û Ermenistanê tên lidarxistin.

Îranê mazûvanê beşa xevasiyê ya van pêşbirkan bû. Xevasêmn hêza deryayî ya artêşa Îranê li van pêşbirkan bû qareman.