Tîrmeh 14, 2018 11:06 Asia/Tehran
  • Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê diçe Pakistanê

Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di serê desteyeka pileberz a leşkerî dê here Pakistanê.

Li gorî rapora ISNAyê, Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Serleşker Pasdar Mihemedê Baqirî û komek ji rayedarên pileberz ên leşkerî yên welêt li ser vexwendina Jinêral Qemercavîd Bacvah, fermandarê artêşa Pakistanê di rojên tê da dê here vî welatî.

Berfirehkirina hevkarî û danûstandinên berevaniyê yên navbera Têhran û Îslam Abadê, hevkariyên hevpar ên sînorî, têkoşîna dijî têrorîsmê û guhertinên navçeyî û cîhana îslamê ji mijarên gotûbêjên Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê digel rayedarên pakistanî ne.

Nirxandina lihevkirinên berevaniyê yên navbera Îran û Pakistanê di sefera sala bihurî ya Fermandarê Artêşa Pakistanê bo Têhranê ji mijarên din ên gotûbêjên Serleşker Baqirî û Jinêral Qemer Cavîd Bacvah hatiye ragihandin.

Karzanên siyasî û leşkerî li gorî guhertinên ewlehiyê li navçeyê û cîhana îslamê, sefera desteya pileberz a Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê  bo Pakistanê gellek binirx dinirxînin.