Tîrmeh 14, 2018 09:58 Asia/Tehran
  • Wilayetî: Li gotûbêja bi Pûtîn re hevkariyên navçeyî yên Îran û Rûsiyê hatin tesbîtkirin

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, îniyê şevê li gotûbêja bi pişka nûçên saet 21`ê ya ya kanala yekê ya televîayona Îranê re, hevdîtina xwe ya vê dawiyê tev Viladîmîr Pûtîn, serokkomarê Rûsiyê, kêrhatî nirxand û got: Li vê hevdîtinê, hevkariyên navçeyî yên Îran û Rûsiyê hat tesbîtkirin.

 Elî Ekber Wilayetî, roja Çarşemiyê  bi taximeke  pilebilind re gihêşt Moskoya paytexta Rûsiyê. Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên  navneteweyî, roja pêncşemiyê li Moskowayê tev Viladîmîr Pûtîn, hevdîtin pêk anî û peyama  devkî ya  rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û peyama  nivîskî ya Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê radestî wî kir.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Wilayetî bal kişand ser dengoyên ku dijminên  hevkariya navçeyî ya Rûsiyê tev mêhwera berxwedanê gurr dikirin ku Rûsiye dijberê hizûra Îranê li Sûriyê ye an Îran divê ji Sûriyê here li halekî ku serokkomarê Rûsiyê daxwaza hevkariyên  berevaniyê yên  Îran û Rûsiyê li bara Sûriyê kir.

 Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên  navneteweyî, li karûbarên  navneteweyî her wiha got: Dê bi zûtirkê serokkomarên  Rûsiyê û Tirkiyê dê herin Têhranê û tev serokê Komara Îslamî ya Îranê  li bara  qeyrana  Sûriyê bişêwirin.

 Wilayetî her wiha  bal kişand ser hevkariyên  Îran û Rûsiyê li warê deryaya  Xezerê û got: Têhran û Moskowa dijberê hizûra emerîkî, Rêxistina NATO`yê an her  aliyekî din li navça  Xezerê ne.

 Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên  navneteweyî, her wiha got: Dê bi zûtirkê serokkomarên  pênc welatên  derdora deryaya Xezerê li Astaneya paytexta Qezaqistanê li hev dicivin da ku peymanên  ku pênc welatan pê razî ne, îzme bikin.