Tîrmeh 13, 2018 17:23 Asia/Tehran
  • Larîcanî bijartina serokê Meclisa Netewî ya Tirkiyê lê pîroz kir

Serokê Meclisa Şêwra îslamî ya îranê, roja îniyê li peyamekê bo Binelî Yildirim, bijartina wî ya wekî serokê Meclisa Netewî ya Tirkiyê lê pîroz kir.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Elî Larîcanî, li peyama xwe ya bo Binelî Yildirim, herwiha li ser girîngiya dîplomasiya parlimanî ya ji bo xurt û qahêmkirina peywendiyên dostane û bi birayetî yên Îran û Tirkiyê pêgîrî kir û hêvî kir: Peywendiyên parlimanî yên du welatan li dewra birêveberiya Yildirim wê nêzî qonaxeka nû ya hevkarî û peywendiyan bibe.

Nûnerên Meclisa Tirkiyê, roja pêncşemiyê, Binelî Yildirim, serokwezîrê berê û endamê Partya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya vî welatî, wekî serokê parlimana Tirkiyê bijartin.