Tîrmeh 12, 2018 17:26 Asia/Tehran
  • Peyama Rûhanî ya têkildarî Rêketinama Atomî bo serokomarê Ûgandayê

Mirteza Sermedî nunerê taybet ê serokê Komara Islamî ya Îranê, li hevdîtina digel serokomarê Ûgandayê, peyama nivîskî ya Hesen Rûhanî têkildarî Rêketinama Atomî pêşkêşî wî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mirteza Sermedî nunerê taybet ê serokomar û cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê tevî şirovekirina kiryarên yekalî yên Amerîkayê û dûhatên nerênî yên wan ji bo aştî û ewlehîya cîhanî, xwest ku welatên serbixwe helwesteke yekgirtî li hemberî van sîyasetana û kiryarên nemaqûl nîşan bidin. Nunerê taybet ê serokê Komara Islamî ya Îranê li dewamê, kiryarên Donald Trump serokomarê Amerîkayê nemaze vekişîna yekalî ya ji Rêketinama Atomî berovajî soz û qirarên navnetewî yên vî welatî zanîn û hêvî kir: Alîyên din ên Rêketinama Atomî bi raberkirina pakêta pêşnîyarên tam bikaribin dilnîyayîya pêwîst têkildarî kêrhatîbûna vê peymanê ji bo Îranê û sûdwergirtina ji xêrên aborîyê yên li vê rêketinamê hatibûn payîn, pêk bînin.

Yorî Katuga Mûsêvênî (Yoweri Kaguta Museveni) serokomarê Ûgandayê jî li vê hevdîtinê bi gotina vîya ku welatê wî berî vîya jî piştgirî daye Rêketinama Atomî, hêvî kir: Hewildana alîyên curbicur ji bo parastina Rêketinama Atomî bigihêjin encamê.

Serokomarê Ûgandayê li dewama gotinên xwe, dîyar kir ku sîyaset û kiryarên yekalî yên Amerîkayê nayên qebûlkirinê û pêgirî li ser pêwîstîya hewildana komkî ya welatên serbixwe nemaze welatên xurt ji bo bihêzkirina hevkarîyên navnetewî kir.

Wî herwiha amadebûn û vîna Ûgandayê ji bo berfirekirina hevkarîyên giştalî digel Îranê ragihand.