Hezîran 14, 2018 19:32 Asia/Tehran
  •  Rêberê giranqedr ê Înqilabê efû û kêmkirina cizaya hejmarek ji zîndaniyan pesend kir

Bereberê hilketina eyda seîd a Fitrê(Rojiyê), Hezretê ayetullah Xamineyî efû û kêmkirina cizaya 537 kes ji zîndaniyên mehkûmbûyiyên dadgehên giştî û Înqilabê, Rêxistina tezîratên hikûmetê û rêxistina dadweriyê ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê qebûl kir.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya  navenda raghandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, serokê Teşkîlata  dadweriyê ya Îranê ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî, bi munasibeta hilketina eyda Fitrê li nameyekê bo rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, pêşniyara efû û kêmkirina  cizaya  537 kes ji tawanbaran ku li komîsyona efûyê ,rewşa pêdivî ji bo efyûyê hebûn, raber kiribû ku ji aliyê rêberê giranqedr ve hat qebûlkirin.

Li piraniya welatên îslamî yên cîhanê, sibê 1 Şewala 1439  Koça Hîvî, eyda  Fitrê ye.