Hezîran 14, 2018 17:25 Asia/Tehran
  • Sekinîna serokomarê Îranê û serokwezîrê Malezyayê ser berfirehkirina hevkariyên du welatan

Serokomarê Îranê li gotûbêja telefûnî tev serokwezîrê Maliziyê bal kişande ser zirûf û karayiyên heyî bona berfirehbûna hevkariyên di navbera du welatan û ragihand ku bona berfirehbûn û qahîmtirkirina peywendiyên navbera Têhran-Koalalampûrê pêwîste ji hemû zirûfên heyî behre bê girtin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî Serokkomarê Îranê li gotûbêja xwe ya telifûnî ya îro pêncşemê tev Mahatîr Muhemed , bilî pîrozbahiya ji bo bijartina wî wekî serokwezîrê Maliziyê destnîşan kir ku Komara îslamî ya Îranê amade ye peywendiyên xwe yên siyasî, abûrî û çandî tev Maliziyê berfireh bike.

Serokkomarê Îranê bal kişande ser pêwîstiya xebat û hevkariyên di navbera Îran û Maliziyê bona zêdekirina aşitî û ewlehiya navçê û cîhanê û xebata dijî terorîzm û reftarên fanatîk û got: Xebata dijî terorîzmê yek ji pilanên Komara îslamî ya Îranê li salên vê dûmahîkê bûye.

Rûhanî herwisa bilî pîrozbahiya cejna Eyda Seyîdê Firtê bi gel û dewleta Maliziyê ragihand: Pêwîste ku rûveta rehmanî û tijî dilovanî yê dînê pîroze îslamê bo xelkê cîhanê bidin nasandin û bo xurt û civatên îslamî ev rastiya eşkera bibe ku dînê pîroze îslamê dînê dilovanî, aşitî û jiyana bi biratî ye.

Serokkomarê Îranê li vê gotûbêja xwe ya telefûnî tev serokwezîrê Maliziyê bal kişande ser viya ku Amerîka hema bi serê xwe û dijî qayde û qirarên navnetewî ji nav rêketina navokî ku Rêxistina Netewên Yekgirtî bawerî bi vê rêketinê heye derketiye got: Ev cure siyasetên yekalî ji aliyê Amerîka û tehmîlkirina siyasetên xwe ser welatên dine cîhanê dijî qayde û qirarên navnetewî ye.

Mahatîr Muhemed jî bal kişande ser îlaqedariya Maliziyê bona berfirehkirina hevkarî û dostaniya xwe tev Îranê û got: Siyaseta dewleta Maliziyê evaye ku hevkariyên xwe tev Komara îslamî ya Îranê berfireh bike.