Hezîran 14, 2018 17:02 Asia/Tehran
  • Qumandê hêza sînorvaniya Îranê: Ewlehiya tam li ser sînorên Komara îslamî ya Îranê heye

Qumandê sînorvaniya hêzên întezamî(ewlekariyê) yê Komara îslamî ya Îranê got: Terseyî hemû gefên îstekbara cîhanî ewlehiya tam li ser hemû sînorên Îranê dameziriye.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNAyê, Serdar Sertîp Pasdar Qasim Rizayî fermandarê sînorvaniya hêzên întezamî yê Komara îslamî ya Îranê ku duh çarşemê li bajarê Erdebîlê seredana mala du şehîdên sînorvan ên Îranê kir ku li şevên Qedirê li qereqola sersînorî ya Serdeştê şehîd bibûn got: Şehîdên hêza sînorvaniya welêt bi rastî jî peyamhênerê ewlehî û aşitiyê ne û wan bi berevaniya ji axa welêt şerefeke mezin daye gelê Îranê.

Serdar Sertîp Pasdar Qasim Rizayî destnîşan kir: Hêzên sînorvaniya Îranê bi xebata xwe ya şev û roj û bi hişyarî, camêrî û mêrxasî ewlehiya hemû sînorên welêt parastine û îzna destdirêjiyê nadene dijmin.