Hezîran 14, 2018 15:56 Asia/Tehran
  • Komara îslamî ya Îranê, êrişên hevalbedniya siûdî ser Hedîda Yemenê şermezar kir

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê êrişên hewayî û deryayî yên hevalbendiya destdirêjkir a siûdî ser bendera Hedîda Yemenê şermezar kir û li bara aloztirbûna rewşa însanî li vî welatî fukara xwe da diyarkirin.

 Eskerên Rejîma Siyonîstî û îmaratî ji mehek berî niha, operasyonek bi ramanca  dagirkirina bendera Hedîda Yemenê, riya herî sereke ya şandina alîkariyên mirovheziyê bo Yemenê destpê kirine.

 Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Komara  Îslamî ya Îranê, roja pêcşemiyê bal kişand ser vê yekê ku Îran tim destnîşan kiriye ku qeyran Yemenê rêçareya eskerî tine û got: Cinayetên  wiha hêviyên biçûk ku ji bo girtina pêşiya  xopana  Yemenê ji riya hewldanên siyasî li halê cihanînê ye, ji nav biriye û dê aloziya rewşê zêdetir bike.

 Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.