Hezîran 14, 2018 14:41 Asia/Tehran
  • Berdevkê hêzên çekdar ên Îranê: Binpênekirina serwerî neteweyî ya welatan siyaseta sereke ya Îranê ye

Berdevkê hêzên çekdar ên Îranê berçavgirtina hurmiyet û serweriya neteweyî ya welatan siyaseta sereke ya Komara îslamî ya Îranê da zanîn.

Li gor rapora IRIB Newsê, Ebulfezil Şikarçî berdevkê hêzên çekdar ên Îranê îro pêncşemê îdiaya karbidestekî derecebilind ê Tirkiyê ku gotibû Îran ji êrişa artêşa Tirkiyê ya ser PKK li bakûra Iraqê piştgiriyê dike. red kir û got: Ev îdiaya nerast e û Komara îslamî ya Îranê her çend piştevaniya her êriş û kiryarekî dijî terorîstan dike, lê şandina leşkeran nav sînorên welatekî din bi mihaneya xebata dijî terorîzmê, bêyî îzna dewlet û qanûna wî welatî, neqanûnî dizane.

Berdevkê hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê li van 40 salên bihurî bi xwe bi caran bûye goriyê terorîzmê, lê li şerê dijî grûpên terorîstî qet piştgiriyê nade binpêkirina mafên serweriya neteweyî û heqê hakimiyeta welatên din.

Hêzên artêşa Tirkiyê bi îdiaya ku endamên PKK li çiyayê Qendîlê li nav axa Iraqê ne, ketine nav axa Iraqê û operasiyona çûna ber bi Qendîlê ji nav axa Iraqê destpê kirine, eva di rewşekê de ye ku dewleta Bexdayê li hemberî vê kiryara Tirkiyê bi tundî bertek nêşan daye û heta welatên din ên cîhanê jî ev karê Tirkiyê rexne kirine.