Hezîran 14, 2018 12:28 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Hemû hakimên Amerîka dijî gelê Îranê ne

Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku hemû hakimên Amerîka dijî gelê Îranê bûne û ev yeka ji hemûyan xirabtire.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî Serokkomarê Îranê li gotûbêja xwe ya çarşemêşev tev parek ji medyakaran bal kişande ser viya ku di nav dîrokê da me qatil kêm tunebûne, lê hemû Şimr nebûne, xayîn gelek bûne lê Ibnê Mulcem yek bi tenê bûye ragihand;  Hemû hakimên Amerîka dijî gelê Îranê bûne lê serokkomarê niha ji hemûyan nebaştir û xirabtir e.

Rûhanî bal kişande ser viya ku gelê Îranê hertim li aliyê heq û rastiyê daye û bê şik li hemberî betaliyê dê serkeve got: Hemû dewletên Amerîka hema ji destpêka serketina Inqilaba îslamî ya Îranê heta niha dijminê gelê Îranê bûn lê dijayetiya wan hed û sînorek xwe hebûye.

Rûhanî li bara serketina navokî ya Îranê jî got: Bo cara ewilê li dîroka Rêxistina Netewên Yekgirtî heqê zengînkirina Oraniyomê bo îranê hatiye berçavgirtin û heta niha Konseya Ewlehiyê ew heqa nedaye tu welatekî din û tenê Komara îslamî ya Îranê ev heqa heye.

Wî got: Yek ji aliyên ku Rêketina navokî îmza kiriye ji nav vê rêketinê derket lê nizama Komara îslamî ya îranê bi curekê reftar kir ku hemû welatên cîhanê xîncî çend rejîman Amerîka mehkûm dikin û qedrzaniya Îranê dikin ev yeka li mudeha van 40 salana bê mînak bûye ku welatên cîhanê qedrzaniya gelê Îranê bikin û kiryara xîrnexwazan mehkûm bikin.