Hezîran 14, 2018 11:14 Asia/Tehran
  • Kutahiya sefera wezîrê karên derve yê Îranê bo Afrîqaya başûrî

Wezîrê karên derve yê îranê piştî gotûbêjên xwe yên tev karbidestên derecebilinde Afrîqaya başûrî çarşemêşev ji Portoriyayê ziviriye Têhranê.

Li gor rapora IRIB Newsê, Muhemed Cewad Zerîf  wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê ku hevrê digel taximekî siyasî-abûrî seredana Afrîqaya başûrî kiribû li gotûbêjên xwe tev berpirsên vî welatî li ser peywendiyên navbera du welatan û li ser çawaniya îcrabûna rêketina navokî axivî.

Zerîf li vê sefera xwe tev hevtayê xwe yê Afrîqaya başûrî û serokkomarê vî welatî gotûbêj kir.

Muhemed Cewad Zerîf duh çarşemê herwisa tev Cyril Ramaphosa serokkomarê Afrîqaya başûrî hevdîtinê pêk anî.

Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê êvara sêşemê gihêşte Pretoriayê paytexta Afrîqaya başûrî .

Afrîqaya başûrî welatê dudyan ji nezera abûrî li Afrîqayê ye û piştî rêketina navokî pêngavên baş bona berfireghkirina peywendiyên xwe tev Têhranê hilanîne.