Rêketinama Hevkariya aborî navbera Îran û Sûriyê
Wezîrê Rê û Mesken û çêkirina bajaran yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Axûndî û wezîrê Aboriyê yê Sûriyê Samir El-Xelîl rêketinama Hevkariya aborî îmza kirin.
Li gor nûçeya IRNA, ev rêketinama aborî ku îro li Şamê îmza bû, dibe despêkek ji bo rûniştina Komîsiyona Hevpar a Aboriya du welatan bi beşdariya alîkarê yekim ê serokomarê Îranê û serokwezîrê Sûriyê da ku belgeya dawiyê ser van hevkariyan were îmzakirin.
Ev belgeya stratejîk a di navbera Îran û Sûriyê li çarçova hevkariyên aborî û çandî yên berfire hatiye amadekirin. Ticaret, tranzît û transport, pêşe, bankdarî, çêkirina avahiyan û serpêda avakirina avahiyên wêranbûyî di encama şêr de ji mijarên sereke yên vê belgeyê ne.
Wezîrê Rê û Mesken û çêkirina bajaran yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Axûndî duh bi serokatiya taximekê çû Sûriyê.