Pêşnimêjê Têhanê: Guhestina balyozxana Emerîkayê bo Qudsê ji bo cîhanê karesatek e
Pêşnimêjê demkî yê Têhanê diyar kir: Guhestina balyozxana Emerîkayê bo Qudsê, karesata herî giring û belayek ji bo cîhanê ji dema damzrandina rejîma narewa ya siyonîstî ye.
Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sedîqî li xutbeyên vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Têhranê, guhestina balyzoxana Emerîkayê bo Qudsê li dijî hemî qanûnên navneteweyî û mafê rewa yê filistîniyan ser erdê wan da zanîn û destnîşan kir: Filistînî li hember vê kiryara Emerîkayê rabûn û eskerên siyonîst ew dan ber gullan.
Pêşnimêjê Têhanê dstnîşan kir: Tevkujiya filistîniyên bêguneh û neçekdar bi destê skerên Rejîma Siyonîstî, rûpeleke reş a din li dosiya vê rejîma narewa, Emerîka û piştgirên wan ên navçeyî zêde kiriye.
Kazim Sedîqî bal kişand ser vê yekê ku Filistîn ketiye bin zilmên herî giran ên rejîma zarokkuj û got: Tevî nerazîbûna gelan û dewletên cîhanê, mixabin hin welatên erebî yên navçê û bin kontrola Emerîkayê û rojava li hemebr cinayetên rejîma siyonîstî bêdeng mane.
Pêşnimêjê Têhanê destnîaşn kir: Kiryara Rejîma Siyonîstî li kuştina filistîniyan hereketa ber bi jinavçûnê ya vê rejîmê lezgîn kiriye.
Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sedîqî derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî, nîşana bêbaweriya her timî ya gelê Îran li Emerîkayê da zanîn û got: Muzakirên Îranê tev welatên ewrûpî li bara rêketinnama navokî divê bi dayîna garantiyên qahêm û praktîkî bin.