May 18, 2018 12:48 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Armanca siyonîst û amerîkiyan xalifandina raya giştî ya misilmanan û dûrkirina wan ji mesela Filistînê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî desnîşan kir: Siyonîst û amerîkî hewldidin raya giştî ya misilmanan bixalifînin û wan ji mesela Filistînê dûrkin û wan mijûlî meselên din bikin û ji bo vê armanca xwe her roj pirsgirkekê ji bo cihana Îslamê dixuliqînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro berî ku terka Tehranê bide ji bo çûyîna Stenbolê bona  beşdariya li Komcivîna serokên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî di civîna nûçegihanan de got: Komcivîna serokên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî li Stenbola Tirkiyê derfeteke hêja ye ji bo cîhana Îslamê daku piştgiriya xwe ji gelê mezlûm ê Filistînê ragihîne û cinayetên siyonîstan û damezirîna neqanûnî ya baylozxana Amerîkayê li Qudsa Şerîf şermezar bikin. 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê birina baylozxana Amerîkayê bo Qudsa Şerîf li dij qayide û qirar û qanûnên navneteweyî û derveyî biryarnamên Konseya Ewlekariyê ya NY da zanîn û got:  Ev kiryara Amerîkayê bû sedema hêrsbûna misilmanên cîhanê û roja îro raya giştî ya cîhana Îslamê bi bêzrî û nefret berê xwe dide Amerîkayê.

Ruhanî got: Armanc û hedefeke girîng a Înqilaba Îslamî ya Îranê azadkirina Qudsa şerîf û Filistîna dagîrbûyî ye û netewê Îranê hîn li ser vê armanca xwe pêgîriyê dikin.

Ruhanî herwiha got: Li roja îro di vê rewşê de berevaniya ji netewê  Filistînê, Qudsa şerîf û nirxên îslamî li ustiyê gişt misilmanan e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê filistînî xwediyên sereke yên erdê Filistînê da zanîn û got: Kar û kiryarên neberaqil ên Rejîma Siyonîstî û amerîkiyan li van rojana bûne sedem ku gelê Filistînê bo azadkirina erd û welatê xwe ji bin destê dagîrkeran cidî û bi îsrar bibin.