May 18, 2018 09:07 Asia/Tehran
  • Rêberê mezine inqilabê: Azadiya Filistînê sunetekî îlahî ye

Li ewil roja buhara Quranê meha bimbareke rojiyê, Husêyniyeya Hezretê Îmam Xumêyînî (RH) bi nûra kelama îlahî hatibû xemilandin û Qarî û medîheserayên quranî li hizûra Rêberê mezine Inqilabê kombûna peywendiya bi Qurana Pîroz birê xistibûn.

Li gor rapora IRIB Newsê, Rêberê mezine inqilaba îslamî ya Îranê li vê hevdîtinê hewcetiyekî pêwîste roja îro ya Ometa îslamî peywendiya bi Qurana pîroz û behregirtina ji qayde û qirarên quranî daye zanîn û bal kişande ser pirsgirêkên roja îroye cîhana îslamê ji wan rewşa bi êş û jane Filistînê û cinayetên Rejîma Siyonîstî bitaybet li rojên vê dûmahîkê, ev wezyeta desthata dûrbûna Ometa îslamî ji Quranê daye zanîn û got: Bêytul-Muqedes paytexta Filistînêye û bi tewfîqa îlahî Filistîn dê ji destê dijminan rizgar bibe û Amerîka û ew aliyên ku bi curekê siyasetên Amerîka îcra dikin li hemberî heqîqet û suneta îlahî nikarin tu xeletiyek bikin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî bal kişande ser viya ku roja îro pêwîste misilmanên cîhanê pirtir berê xwe bidin qurana pîroz li hemû babetên jiyana xwe û herwisa bal kişande ser belayên cîhana îslamê bitayber rewşa gelê Filistînê û got: Me li van çend rojana dît ku Rejîma xeyanetkar û derewîne Siyonîstî çawan dehan kes ji xelkê Filistînê şehîd û bi hezaran filistînî jî birîndar kirin û li rewşekî wiha hinek gilî û gazinde dikin ku bo çi Amerîka li vê barê siyasetekê berçav nagire li halê ku hema Amerîka û gelek ji dewletên rojavayî şirîkê van cinayetên Rejîma Siyonîstî ne.

Rêberê mezine inqilaba îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku pêwîste Ometa îslamî, dewletên îslamî û hikûmetên îslamî gere ku li hemberî van cinayetên siyonîstan bê deng nemînin destnîşan kir: Quran dibêje me ku li hemberî dijminên dîn û kafiran bi hêz bin û di nav xwe da bi dilovaniyê reftarê bikin lê niha ji ber dûrbûna ji quranê em şahidê şer û neyariya di navbera misilmananin û li hemberî kafiran teslîmin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî bal kişande ser viya ku dijminatiya tev dînê îslamê kuta nabin ragihand: Eger Ometa îslamê xwe nîzikî quranê bikin herwisa ku qurana pîroz kerem kiriye: Bê şik li hemberî dijminan dê serkevin ji ber ku eva soza îlahî ye.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî li kutahiya axivtina xwe bilî viyaku ji xwedayê mezin xwest ku şehîdên van rojana yên filistînê bibexşe û bilî xwestina berxwedana zêde ji bo xebatkarên riya heq û rastiyê destnîşan kir: Amerîka û hevalên xwe li hemberî suneta rastîne îlahî dê neçarin ku işkestê bixwen û dê teslîm bibin.