May 17, 2018 19:00 Asia/Tehran
  •  Wezîrê rê û çêkirina bajaran yê Îranê  sefera  Şamê kir

Wezîrê rê û çêkirina bajaran yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo gotûbêja bi rayedarên sûrî re ,li bara hevkariyên aborî navbera Îran û Sûriyê gihêşt Şamê û ji aliyê wezîrê aboriyê yê vî welatî ve hat pêşewzaîkirin.

  Ebas Axondî wezîrê rê û çêkirina bajaran yê Îranê roja pêncşemiyê dema gihêşt Sûriyê, li gotbêja bi  nûçegîhanê IRIB News`ê re  li Şamê, bal kişand ser rewşa pir guncav a peywendiyên her du welatan û hêvî kir: Muzakirên  taxima aborî ya Îranê tev rayedarên  Sûriyî bibe sedem belgeya hevkariyên  berfireh ên aborî, ticarî û her wiha xizmetên  teknîkî  amade bibin da ku li  pêvajoya lidarxistina  civîna  komîsyona  bilind a hevpar ên her du welatan ji aliyê her du  aliyan va were wajokirin.

  Ebas Axondî ku serokatiya  komîta hevpar a geşatiya  hevkariyên  aborî yên  du welatan dike, destnîşan kir: civîna  komîsyona  bilind a  her du welatan, pişt meha  Remezanê û bi beşdariya alîkarê ewil ê serokkomarê Îranê û serokwezîrê Sûriyê tê lidarxistin.

  Samir El-Xelîl wezîrê aboriyê yê Sûriyêjî got: Sefera taxima aborî ya Îranê bo Sûriyê, nîşana  teqezkirina  dewletên  her du welatan ser berfirehkirina  peywendiyên  aborî, ticarî her wiha  cihanîna hevhatinên  navbera Têhran û  Şamê ye.

 Wezîrê aboriyê yê Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku Sûriye piştî têkçûna terorîzmê li piraniya axa vî welatî, bereberê qonaxeke nû de ye û destnîşan kir: Em çavrê ne ku şîrketên îranî bi bşdariya xwe ya aktîv, bibin li dewra avedankirina Sûriyê hevkariyeke  cidî hebin.

 Wezîrê rê û çêkirina bajaran yê Komara Îslamî ya Îranê li bernama sefera xwe ya du rojî bo Şamê tev Îmad Xemîs serokwezîr û wezîrên  aborî, meken, tranzît û serokê banka navendî ya Sûriyê hevdîtin û gotûbêjê bike.

 Ebas Axondî roja îniyê û beriya terikandina  Şamê dê bi Beşar Esed serokkomarê Sûriyê jî bicive û gotûbêjê bike.