Rûhanî: Welatên Îslamî divê bersiveke qahîm bidine zilm û cinayetên Rejîma Siyonîstî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Welatên Îslamî divê li civîna awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî li Stembolê bersiveke qahîm bidine cinayetên siyonîstan li dijî xelkê mezlûm ê Filistînê.
Civîna karzanên Rêxistina Hevkariya Îslamî îro pêncşemiyê li Stembolê karê xwe destpê kir, roja îniyê jî ewilî civîna wezareta karên derve û pişt re civîna rayedarên welatên endam dê were lidarxistin.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemiyê li peywendiya bi riya telefonê bi Şêx Temîm Bin Hemd Alê Sanî mîrê Qeterê re, hatina meha pîroz a Remezanê li dewlet û gelê Qeterê pîroz kir û got: ``Komara Îslamî ya Îranê, dorpêçkirina dewlet û gelê Qeterê kiryareke şaş û nedadmendane nixand û got ku ji berfirehkirina têkilî û hevkariayn bi Qeterê re wek welatekî dost û cînar pêşewaziyê dike``.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku dewlet û gelê Îranê di rewşên curbicur de li kêleka dewlet û gelê qeterê bûye û dê li kêleka wan jî bimîne û ji lidarxistina civîna komîsyona hevpar a hevkariyên her du welatan ji bo berfirehkirina giştalî ya peywendiyên du welatan pêşewazî kir.
Hesen Rûhanî ba kişand ser kiryara dewleta Emerîkayê a derketina yekalî ji rêkertina navokî û ew ser qezanca Emerîka û welatên din ên aliyên muzakira bi Îranê re neda zanîn û got: Em kêfxweş in ku piraniya welatên cîhanê ev kiryara emerîkiyan qebûl nakirin û ew şermezar kirin.
Şêx Temîm Bin Hemd Alê Sanî mîrê Qeterê jî li vê gotûbêja telefonî, hatina meha pîroz a Remezanê li dewlet û gelê Îranê pîroz kir û bal kişand ser peywendiyên dostane yên her du welatan li beşên curbicur û rêzgirtina ji helwêstên kêrhatî yên Îranê li peywendiya tev qeyrana Qeterê û daxwaza berfirehkirina giştalî ya têkliyên navbera Têhran û Dûhayê kir.
Mîrê Qeterê kiryara dewleta Emerîkayê ya guhestina balyozxana xwe bo Qudsê şermezar kir û got: Civîna rayedarên Rêxistina Hevkariya Îslamî li Stembolê derfteke pêkan ji bo şêwirîn û gotûbêja li bara mesele û pirsgirêkên navçeyî ye.
Wî bal kişand ser nakokiya vê dawiyê li dijî Komara Îslamî ya Îranê û got: Îran welatekî xurt û bi hêz li navçeyê ye û em bawer in ku pirsgirêk û meselên navneteweyî divê tenê ji riya gotûbêjê were çareserkirin.