May 17, 2018 17:10 Asia/Tehran
  •  Zerîf: Hevgirtina  siûdiyan bi Emerîka û Rejîma  Siyonîstî, şermezarî li dû şermezarî yê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li rûpela xwe a li Twîterê , hevrêtiya bi boykotên Emerîkayê, weke bersiva kirêt a siûdiyan li hember cinayetên Rejîma Siyonîstî da zanîn.

Wezareta Xizînedariya  Emerîkayê li îdiayeke  pêkenî, seyd Hesen Nesrullahê, sekreterê giştî, şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî, Husêyn El-Xelîl şêwirmendê siyasî yê sekreterê giştî, Îbrahîm Emîn El-Seyid, serokê konseya  siyasî û Muhemed Yezbek, serokê konseya  dadweriyê ya Hizbullaha Lubnanê tawanbarê  peywendiya bi terorîzma cîhanî  kir û danî nava lîsteya  boykotên xwe.

 Konseya Hevkariya Kendava Farsê jî bi zext û zora Erebistana Siûdî li hevrêtiya bi Emerîkayê te , Hizbullaha  Lubnanê boykot kir.

 Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku  nîşangirên  îsraîlî di rojekê de,  bi hezaran  neraziyên filistînî dan ber gullan û got: Siûdî bereberê meha  Remezanê li hevgirtina bi Emerîkayê, yekim hêza ku karî  bi azadkirina  erdên erebî, efsaneya  işkestnexawrina  Îsraîlê têk bibe, boykotan dikin. Eva şermezarî li dû şermzariyê ye.

 Duşemiya buhurî, 14 Gulanê, hevgavê guhestina  balyozxana  Emerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsa dagirbûyî û li saya sersariya  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Eskerên siyonîstî herîkêm 60 filistînî ji wan heşt zarok bi derba  gullê şehîd kriin û nêzîkî  sê hezar  filistînî jî birîndar kirin.