Brucerdî: Îran ji bo avedankirina Sûriyê tam amade ye
Serokê Komîsyona Ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Têhran amadeyî raberkirina her cure alîkariyê bo avedankirina Sûriyê ye û em hêvî dikin bi hevkarî û beşdariya hevalên Sûriyê, bi zûtirkê pêvajoya avedankirina vî welatî destpê bibe.
Li gorî rapora ajnasa nûçan a meclisê, Elaedîn Brucerdî roja çarşemiyê li hevdîtina Elî El-Şêx nûnerê parlemana Sûriyê li Têhranê diyar kir: Îran û Sûriye zirûfên baş bo berfirehkirina zêdetir a têkiliyên siyasî, aborî, eskerî û navneteweyî bi taybet piştî qeyrana DAIŞ` ê hene.
Serokê Komîsyona Ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser êrişên vê dawiyê yên Emerîka û hevpeymanên rojavayî yên vî welatî bo Sûriyê û wê pêngaveke işkestxwarî bona vejiyandina rûmeta ji desçûyî û dayîna rûhiyetê bo terorîstên tekfîrî da zanîn.
Elî El-Şêx nûnerê parlemana Sûriyê jî li vê hevdîtinê ji piştgiriyên Îranê ji gel û dewleta Sûriyê spasî kir û got: Inqilaba Îslamî piştgirê hemî nirxên pîroz û bi taybert mesela Qudsê bûye û kiryarên Komara Îslamî ya Îranê tam li çarçoveya berjewendiyên welatên Îslamî û erebî ye.
Elî El-Şêx nûnerê parlemana Sûriyê bal kişand ser serketinên vê dawiyê li şerê li hember terorîstan û got: Rola hevpeymanên Sûriyê bi taybet Îranê li bidestxistina van serketinan nayê haşakirin.