Kombûna nerazîtiyê ya gelê Têhranê ji bo şermezarkirina kuştina filistîniyan ji aliyê siyonîstan ve
Komek ji xwendekar û çîn û qatên curbicure gelê Têhranê roja çarşemiyê bi kombûna li ber balyozxana berê ya Emerîkayê, kuştina filistîniyan bi destê siyonîstan şermezar kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, beşdarên vê kombûnê ku alayên mirin bo Emerîkayê û mirin bo Îsraîlê girtibûn destê xwe, bi avêtina hin slogana bêdengiya civakên navneteweyî li hember kuştina zarokên filistînî şermezar kirin.
Gelê Têhranê hr wiha li vê kombûnê piştgiriya xwe ji berxwedana filistîniyan li hember Rejîma Siyonîstî ragahndin.
Duşemiya buhurî,14 Gulanê, hevgavê guhestina balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsa dagirbûyî û li saya bêdengiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, eskerên Rejîma Siyonîstî zêde ji 60 filistînî ji wan 8 zarok bi derba gullê şehîd kirin û nêzîkî 3 hezar kes jî birîndar kirin.