Rûhanî bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê pîrozbayî li welatên Îslamî kir
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peyamên cida bo rayedarên welatên Îslamî,bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, pîrozbayî got wan.
Li piraniya welatên îslamî sibê pêncşemiyê, 17 Gulana 2018` an , yekim roja meha pîroz a meha pîroz a Remezanê ye.
Hesen Rûhanî roja çarşemiyê li vê peyamê got: Îro rojê rola rayedarên welatên Îslamî zêde ji her wexteke din ji bo nobedariya howiyeta Îslama îtidalî û hevahengiya li warê rawestana li ber şîdet û fanatîzmê balkêş e da ku li hember zêdexwazî û bêsoziyên serdestîxwazan rawestin û pêngavekê ji bo cihanîna aşitî, edalet û aramiyê ji bo hemî mirovan bi taybet misilmanên cîhanê rakin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê hêvî kir: Bi hatina meha Remezanê, riheke teze bikve canê mirovên qenc û momin û bikaribin b rasitî û mahiyeta rihperwer a vê meha ronahî, peywendiyeke kûr bi xulqînerê yekta pêk bînin.
Rûhanî her wiha hêviya tendrustî, serketin, tenahî û bexteweriyê bo misilmanan kir.
Îshaq Cehangîrî , alîkarê ewil ê serokê Komara îslamî ya Îranê jî li peayemên ciha bo hevtayên xwe li welatên Îslamî, hatina meha pîroz a Remezanê li dewlet û gelên misilamn pîroz kir.