May 16, 2018 19:31 Asia/Tehran
  • Filistîn Mêhwera muzakirên Waizî li sefera Tirkiyê

Serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê got: li Sefera Enqerê li bara alûgurên Filistînê û peywendiyên dualî tev rayedarên Tirkiyê muzakirê dike.

 Mehmûd Waizî roja çarşemiyê dema gihêşt  Enqerê li nava koma nûçegîhan diyar kir:  Rewşa niha  ya navçê piştî guhestina  balyozxana  Emerîkayê bo Qudsê û cinayetên Rejîma Siynîstî li erdên dagrbûyî bû baîs ku  bi Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ku serokatiya  Rêxistina Hevkariya Îslamî jî dike, muzakire bên kirin.

  Serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê Rewşa erdên dagirbûyî bi taybet li zîvala Gazayê pir aloz nirxand û got: Hemî welatên  Îslamî  divê bi yekitî û hevgirtin, cinayetên Rejîma Siyonîstî û kiryara Emerîkayê li erdên dagrbûyî şermezar bikin.

 Mehmûd Waizî bal kişand ser alûgurên  navça rojava  Asiyayê û muzakira li bara rewşa Sûriyê, iarq û Yemenê ji mêhwerên dine şêwirîna xwe bi rayedarên  Tirkiyê ragahnd.

 Wî her wiha  bal kişand ser viyana  Îran û Tirkiyê ji bo zêdekirina  asta  peywendiyên ticarî yên xwe bo  30 milyar dularî û got: Li vî warî jî hin muzakire bi ryedarên  Tirkiyê dê cih werin.

 Serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê  roja çarşemiyê bi taximeke pilebilind û bona  hevdîtina û gotûbêja  bi rayedarên  Tirkiyê re gihêşt  Enqerê.