May 16, 2018 18:48 Asia/Tehran
  • Îran bû endamê dayimî yê Ajansa Navnetewî ya Lêkolînên Penceşêrê

Îran wek endamê dayimî yê Ajansa Navnetewî ya Lêkolînên Penceşerê (IARC) ku ser bi Sazîya Tenduristîya Cîhanî ye hat qebûlkirinê û ala Îranê li rex ala 25 welatên endam li avahîya vê ajansê li Lîyona Fransayê hat bilindkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Kirîstofêr Wîld (Christopher Wild) serokê Ajansa Navnetewî ya Lêkolînên Penceşerê îro li civîna endamên vê ajansê li Lîyona Fransayê bal kişand ser paşxana baş a hevkarîya zanyarên îranî digel Ajansa Navnetewî ya Lêkolînên Penceşerê û qedrê Îranê ji ber hewildanên di vî warî de girt.

Serokê Ajansa Navnetewî ya Lêkolînên Penceşerê herwiha got: Îranê selimandîye ku dikare roleke kilîdî li pêşdebirina armancên pêşgirtina li penceşêrê li navçê bilîze û sozdarîyeke xurt di warê jordebirina asta lêkolînên têkildarî penceşêrê û bihêzkirina planên kontrolkirina nexweşîya penceşêrê heye.

Riza Melikzade alîkarê wezîrê tenduristî, dermankirin û perwerdeya pizişkî yê Îranê jî ku li gorî gazîkirina Ajansa Navnetewî ya Lêkolînên Penceşerê niha li Fransayê ye, li vê civînê got: Îranê di 20 salên buhurî de hevkarîyeke zef kêrhatî û nêzîk bi vê ajansê re kirîye ji wan pêkanîna pergala tomarkirina asta penceşêrê anegorî nifûsê û destpêkirina lêkolînên paylot di warê girtina pêşîya penceşêrê de.

Ajansa Navnetewî ya Lêkolînên Penceşerê di 20`ê Gulana sala 1965`ê de bi armanca kêmkirina berfirebûna zêde ya penceşêrê û bi pejirandina Sazîya Tenduristîya Cîhanî hat damezirandin.