May 16, 2018 18:25 Asia/Tehran
  • Larîcanî meha Remezanê li serokmeclisên welatên islamî pîroz kir

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê, bi boneya meha Remezanê li peyamekê pîrozbayî gote serokmeclisên welatên islamî.

Sibê 17`ê Gulanê li gellek welatên islamî yekem roja meha bimbarek a Remezanê ye.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Elî Larîcanî serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê îro li peyama xwe got: Meha Remezanê derfetek ji bo bihêzkirina hevdilî, hevdengî û tifaqa gelên misilman û nehîştina nakokîyan li civakên islamî ye.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranêherwiha got: Hevgirtin û yekitîya welatên isalmî dê bibe sedema ewlehî û aramîya mayinde li cîhana islamê.

Larîcanî pêgirî kir: Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê ji bihêzkirina zêdetir a hevkarîya bi rêya gotûbêj û danûistandina avakir a digel meclisên welatên isalmî û hewildana ji bo pêkanîna tifaq û hevdengîyê heta çareserkirina pirsgirêkan û nehîştina gefên pêşberî ometa islamê pêşwazîyê dike.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê herwiha li vê peyama xwe hêvîya serbilindî û rûmetê ji bo cîhana islamê û gelên misilman kir.