May 15, 2018 21:04 Asia/Tehran
  • Ihtimaleke xurt heye sibê kevana heyvê li Îranê xûya bike

Endamê Desteya Dîtina Meha Remezanê ya nivîsgeha rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî got: Li gorî pêşbînîya me kevana heyva bimbarek a Remezanê roja çarşemê ango sibê were xûyanê û dusbe yanî pêncşem destpêka meha Remezanê ye.

Hucet ul islam Elîriza Muwehêdnijad endamê Desteya Dîtina Meha Remezanê ya nivîsgeha rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî di bersiva pirsa nûçegîhanê ajansa nûçan a Tesnîmê de got: Roja çarşem 29`ê Şeibanê dê nêzî 120 komên dîtina heyvê li deverên curbicur ên welêt bi cih bibin. Wî herwiha got: Li gorî pêşbînîya me kevana heyva bimbarek a Remezanê roja çarşemê ango sibê bi rehetî were xûyanê û dusbe yanî pêncşem destpêka meha Remezanê ye.

Wî herwiha got ku îro ne pêkan e ku kevana heyva Remezanê li Îranê xûya bike lê mimkin e ku li hin welatên islamî yên wek Erebistanê li gorî qaydeya Um ul Qorayê sibê destpêka Remezanê bê ragihandin.