Nîsan 16, 2018 18:20 Asia/Tehran
  • Mogêrînî: Ewropa tu baykotekê ser îranê da nasepîne

Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê berî civîna wezîrên karên derve yên vê Yekitîyê, nirxandin û texmînên têkildarî sepandina baykotên nû ser Îranê da ret kirin.

Li gorî rapora malpera Politiko`yê, Fêdêrîka Mogêrînî berpisa Sîyaseta Derve ya YE`yê îro berî civîna wezîrên karên derve yên vê Yeitîyê li Logzamborgê li koma nûçegihanan got: Çaverêyê tu biryareke nû têkildarî sepandina boykotên nû li dijî Îranê Îranê nebin.

Mogêrînîyê herwiha got: Têkildarî Îranê li benda piştgirîya tam ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bin.

Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê herwiha got: 3 welatên ewropî yên wajikirê rêketinama navokî ango Ingilîs, Alman û Fransayê, dê endamên vê Yekitîyê ji encama hewildanan nemaze têkildarî dewleta Amerîkayê û dewama karkirina digel Îranê ji bo parastina rêketinama navokî haydar bikin.

Mogêrînîyê herwiha pêgirî kir: Ewropa hemî hewla xwe bi kar tîne ku hemî alî pêbendî cihannîa tam a rêketinamê bimînin.

Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê got: Îran tam pêbendî sozên di çarçova rêketinama navokî da bûye û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) jî li hemî raporên xwe ev yeka erê û piştrast kirîye.

Biryar e ku Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 12`ê Gulanê da biryara xwe li bara dirêjkirina rawestandina boykotên navokî yên Îranê ragihîne.