Hevdîtina rayedarên ewrûpî bi Trump re di demeke nêzîk de
Rojnameyeke emerîkî bal kişand ser hevdîtina rayedarên ewrûpî bi serokkomarê vî welatî re di demeke nêzîk de û nivîsî: Çarenivîsa rêketinnama navokî maye ser encamên muzakirên van rayedaran.
Rojnama Waşengton postê roja duşemiyê li raporekê nivîsî: Hevdîtinên ku Êmanoêl Mekron serokkomarê Fransayê û Engêla Mêrkêl serokwezîra Almanyayê cida cida li mehên Nîsan û Gulanê dê bi Donald Trump serokkomarê Emerîkayê re pêk bînin, pêşeroja hevhatina navokî kivş dike.
Bi sefera nişkêveyî ya Theresa May (Trêza Mêy) serokwezîra Brîtanyayê bo Waşengtonê, eva dê bibe hewldana herî dawiyê ya serokên ewrûpî beriya 12 Gulanê bona parastina rêketinnama navokî.
Tê gotin serokkomar Emerîkayê dixweze di vê rojê de derketina welatê xwe ji rêketinnama navokî ragihîne meger ku muzakirekirên Brîtanya, Fransa û Almanyayê bikaribin wî neçar bikin ku vê hevhatina navneteweyî biparêze.
Waşengton Postê destnîşan dikir ku biryara dawiyê ya Trump li bara rêketinnama navokî dê girêdayî be bi seferên cida yên Mecron, Merkel û Mayê bo Waşentonê.
Komara Îslamî ya Îranê tim raghandiye ku derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî û cihanîna boykotên nû, kok û bingeha vê hevhatinê hildiweşîne û dê bibe îznek bo berfirehkirina xebatên navokî yên bi aşitî ku niha bi rêketinnama navokî hatiye bisînorkirin