Adar 14, 2018 20:41 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Meclisa Bijareyên Rêberiyê li ser pêwîstiya  jordabirina hêza berevanê û mûşekî ya Îranê

Li daxuyaniya dawiyê ya çaremîn civîna Meclisa Bijareyên Rêberiyê, li ser pêwîstiya jordabirina hêza berevanî û mûşekiya Îranê pêgîrî hatiye kirin û destnîşan bûye ku ev mijar nayê gotûbêjkirin.

Çaremîn civîna  dewra pêncan a Meclisa Bijareyên Rêberiyê, ku sibeha duh sêşemiyê karê xwe destpê kiribû, berêvariya roja çarşemiyê bi ragihandina beyeta dubare ya bi rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî û dubarekirina peymanê ya bi armancên hezretê Îmam Xumeynî (re) û bi weşandina daxuyaniykê karê xwe bi dawî anî.

Li daxuyaniya dawiyê ya civîna Meclisa Bijareyên Rêberiyê, hatiye: Meclisa Bijareyên Rêberiyê, bêsozî û binpêkirina aşkera ya Lihevkirina Navokî ji aliyê Amerîkayê ve şermezar kiriye û xwestiye ku ev mijar bi awayekî cidî were şopandin û helwêsteka dualî û guncaw ji aluyê saziyên berpirs, bona serêxwegirtina mafên gelê îranê werin girtin.

Meclisa Bijareyên Rêberiyê, herwiha bi şermezarkirina kar û kiryarên bi handan ên serokomarê Amerîkayê yên bi fermînaskirina Bêyt Ul Muqedesê wekî paytexta Rejîma Dagîrkerê Qudsê, herwiha ragihandiye: Ragihandina veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Têlavîvê bo Qudsa Şerîf, fitneyeka nû û xeyala cebirandina şikestên DAIŞ`ê û tevgerên tekfîrî yên ku ji aliyê Amerîka û Rejîma Siyonîst û kirêgirtiyên wan ên li navçê ve pişta wan tê girtin e.

Li vê daxûyanîyê, Quds qibleya yekem a misilmanan û pişkek ji laşê islamê hatîye zanîn û hatîye: Israîl wek Girêya Penceşêrê dê tenê bi rêka têkoşînên gelanî bê kokbirrkirin û sazîyên navnetwwî, serokên welatên isalmî û hemî xwedîwîjdanên hişyar divê anegorî xwe li hemberî vê kiryara bikîn a serokomarê Amerîkayê bersivê bidin.

Li daxûyanîya dawîya Civata Şarezayên Rêvebirîyê herwisan kiryarên nemirovane yên rêjîma Behrêynê û tepeserkirina gelê mezlûm û misilman ê vî welatî û zorbêjîyên rêjîma cinayetkar a siûdî li hemberî Yemenê ku bi piştgirî û lampa kesk a Amerîkayê tê kirin hatine şermezarkirin.

Endamên Civata Şarezayên Rêvebirîyê sibê dê herin ser tirba Îmam Xumêynî (RE) û peymana xwe digel armanc û ramanên xîmdarê Komara Islamî ya Îranê dubare bikin û paşê jî dê herin seredana rêberê giranqedir ê inqilabna islamî ya Îranê.