Îmzekirina belgeya hevkariya hevpar a aboriyê ya di navbera Îranê û Komara Azerbaycanê de
Îran û Komara Azerbaycanê li dawiya civîna danzdehemîn a civîna komîsyona hevpar a hevkariya aborî ya du welatan li Têhranê, belgeya dawîn a van civînan ku ji 8 belgeyên hevkariyê pêk tê, îmze kirin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Mesûd Kerbasiyan, wezîrê karûbarên aborî û daraiyê yê îranê, roja çarşemiyê li rêûrisma îmzeya van belgeyan, gotûbêjên du rojên buhurî yên Îranê û Komara Azerbaycanê, erênî nirxandin û got: Komîteya aborî, bazirganî, bankî, komîteya tranzît û peywendiyan, komîteya enerjî, av û hawîrdorê, cotkarî, zanistî û lêkolînan, çar komîte bûn ku dema birêveçûna van civînan pêk hatin.
Wezîrê karûbarên aborî û daraiyê, herwiha got: Hevkariya bankî ji bo serokomarên Îran û Azerbaycanê girîng e û divê ev hevkarî bigihîjin encamê.
Kerbasiyan destnîşan kir: Yek ji van belgeyan ku pirr girîng e, îmzekirina belgeya sermayedanîna hevpar a Îran û Komara Azerbaycanê ye ku li gorî wê, rêya hesin a Reşt - Astarayê li bakûra Îranê, bi sermayedanîna hevpar a bi qasî 500 mîlyon dolaran tê avakirin.
Wî bal kişand ser vê yekê ku plana danûstandina nift û gazê , yek ji van belgeyên girîng e ku li vê civînê îmze bûye û destnîşan kir: Ew peyman wê li sefera tê ya serokkomarê Îranê bo Bakûyê, wê bigihîjin encamê.
Şahîn Mistefaev, wezîrê aboriya Komara Azerbaycanê jî bal kişande ser xalên hevpar yên zav di navbera Têhran û Bakûyê de û herwiha got: Li çar salên buhurî, peywendiyên du welatan berfireh û geş bûne û encamên baş jî hatine bidestxistin ku meriv dikare amajeyî10 hevdîtinên serokomarên her du welatan bike.
12`emîn civîna Komîsyona Hevpar a Hevkariya Aborî ya Îranê û Komara Azerbaycanê, roja sêşemiyê bi beşdariya wezîrê karên aborî û daraiya Îranê û wezîrê aboriya Komara Azerbaycanê, li Têhranê karê xwe destpê kir.