Civîna çaralî ya Îran, Tirkiye, Gurcistan û Komara Azerbaycanê sibê li Bakûyê
Wezareta Karên derve ya Komara Azerbaycanê, bernameyên yekim ên civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên Îran, Tirkiye, Gurcistan û Komara Azerbaycanê li bakûyê raghandin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, ji Bakûyê, Wezareta karên derve ya Komara Azerbaycanê raghand: Ev civîna sibê 15 Adarê li Bakûyê bi beşdariya Elmar Muhemed Yarof wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê, Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derev yê Tirkiyê, Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Mîxayîl Calîdzê wezîrê karên derve yê Gurcistanê tê li dar xistin.
Li vê civînê hevkariyên dualî tên hilkolandin û pişt re li civîna çaralî ya wezîrên karên derve li bara hevkariya xurtkirina aşitî û aramiya navçê, hevkariyên aborî, transport, enerjî, geştyarî, çandî û mijarên din ên li gor elaqetên her du aliyan gotûbêj û muzakire werekirin.
Ev civîna yekim civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên Komara Azerbaycanê, Tirkiye, Komara Îslamî ya Îranê û Gurcistanê ye.