Adar 14, 2018 16:15 Asia/Tehran
  • Meclisa Îranê careka din dengê pêbaweriyê da wezîrê Cihada Cotkariyê

Nûnerên Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, dijî îstîzaha Mehmûd Hucetî, wezîrê Cihada Cotkariya Îranê derketin.

Hilkolandina plana îstîzaha Mehmûd Hucetî, wezîrê Cihada Cotkariya Îranê, roja çarşemiyê li sehna elenî ya Meclisa Şêwra îslamiya Îranê hate lidarxistin.

Li vê civînê piştî axiftina nûnerên yar û neyarên îstîzahê û berevaniya wezîrê Cihada Cotkariyê, dengwergirtin bi istandina dengan ji nûneran cih hat û nûnerên meclisê bi 105 dengên erê, 117 dengên Na û 7 dengên bêla ji gişt 229 dengên ku hatine wergirtin, dijî îstîzaha  Mehmûd Hucetî derketin.