Adar 14, 2018 11:25 Asia/Tehran
  • Qasimî: Zerîf çarşemê diçe Komara Azerbaycan û Qezaqistanê

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh got ku wezîrê derve bi taximeke derece bilind yê siyasî ve roja çarşemê (îro) sefera Komara Azerbaycan û Qezaqistanê dike.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî desnîşan kir ku wezîrê karên derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf ji bo beşdariya li Civîna çar alî ya Komara Îslamî ya Îranê, Komara Azerbaycan, Tirkiye û Gurcistanê sefera Bakûyê dike.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Zerîf piştî vê civînê û gotûbêja bi rayedarên welatên hanê lî çarçova rûniştinên sê alî yên Îran, Rûsya û Tirkiyê li Asteneya Qezaqistanê sefera vî welatî dike. Ev civîna sê alî ku li bara krîza Sûriyê ye roja înê li Astaneyê bi rê ve dikeve.