Adar 13, 2018 17:50 Asia/Tehran
  • Zerîf: Peywendiya di navbera benderên Guwadr û Çabiharê de ji bo Îran û Pakistanê girîng in

Wezîrê karên derve yê Îranê, bazirganiya azad a peywendiya benderên Guwadr û Çabiharê, rêbazên girîng ên berfirehkirina peywendiyên bazirganiyê yên di navbera Îran û Pakistanê de dan zanîn.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, roja sêşemiyê li civîna bazirganiyê ya Îran û Pakistanê li bajarê Keraçiya navenda eyaleta Sêndê ya Pakistanê got: Îran qet wê îzn nede berjewendiyên Pakistanê bikevin ber gefê û piştrast e ku Pakistanê jî nihêrîneka tam wiha heye.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku Îran li pişka enerjiyê dikare hewcemendiyên Pakistanê dabîn bike û destnîşan kir: Îranê du mîlyard dolar ji bo veguhestina gazê bo Pakistanê û bon a ji holêrakirina qeyrana enerjiyê li vî welatî xerc kirine û demlidest amade ye ku du hezar Mêga Wat ceryanê jî raberî Pakistanê bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku meriv dikare peywendî û hevkariyên bazirganiyê yên di navbera Îran û Pakistanê de ji rêya hevkariyên bankî xurt bike û got: Peywendî bankî dikarin asta danûstandinên bazirganiyê yên di navbera du welatan de bikine çend qatî.

Wezîrê karên derve yê Îranê li dewama sefera xwe ya bo Pakistanê, roja sêşemiyê ji bo beşdariya li civîna bazirganiyê ya Îran û Pakistanê, derbasî Keraçiya navenda eyaleta Sêndê ya vî welatî bû.