Adar 13, 2018 17:28 Asia/Tehran
  • Elîeskerî: Bila hevkarîya mêdyayî ya Îran û Ûrsêtê bê berfirekirin

Serokê Sazîya Radyo û Televîzyonên Komara Islamî ya Îranê hêvî kir ku peywendîya mêdyayên Îran û Ûrsêtê bigihêje asta peywendîyên sîyasî yên her du welatan.

Evdilelî Elîeskerî Serokê Sazîya Radyo û Televîzyonên Komara Islamî ya Îranê îro li hevdîtina digel Alêksî Nîkolov serokê Şebekeya Rusia Toda`yê û desteya pê re li Têhranê xwest ku hevkarîyên mêdyayî yên çiqa derveyî sonîr a Sazîya Radyo û Televîzyonên Îranê û Kanala Rusia Today a Ûrsêtê bên berfirekirin.

Elîeskerî herwiha got: Mêdyaya Îranê wek mêdyayeke serbixwe hertim li hemberî bereya mêdyayî ya pergala serdestîxwaz sekinîye û ji berfirekirina hevkarîya digel mêdyayên ûris pêşwazîyê dike.

Serokê Sazîya Radyo û Televîzyonên Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser nêrîna serbixwe û pirofşinal a kanala Rusia Today a Ûrsêtê û got: Berfirekirina hevkarîyên van du mêdyayên bibandor ên navçeyî, dê zemîneyên geşbûn û pêşketina her du gelên Îran û Ûrsêtê dabîn bikin.

Elîeskerî, Sazîya Radyo û Televîzyonên Komara Islamî ya Îranê mêdyayeke mezin bi erkên curbicur zanî û got: Zemîne ji bo hevkarîyên çiqa derveyî sînoran a mêdyaya Îranê û kanala Rusia Today a Ûrsêtê hene ku divê bên bikaranînê.

Alêksî Nîkolov serokê Şebekeya Rusia Todayê jî bal kişand ser belgeya hevkarîya mêdyayî ku çendekê berî niha di navbera Îran û Ûrsêtê de hat wajokirinê û piştgirî da hevkarîyên dualî û raberkirina ezmûnan û xizmetên dualî.

Alêksî Nîkolov serokê Şebekeya Rusia Todayê bal kişand ser seredana xwe ya radyo û têlêvîzyonên derveyî sînor ên Sazîya Radyo û Televîzyonên Îranê û got: Min dema seredana radyo û televîzyonên erebî û spanyayî yên Sazîya Radyo û Televîzyonên Komara Islamî ya Îranê kir min dît ku ew bi awayekî pirofşinal kar dikin.