Adar 13, 2018 17:17 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê çû Kerançî

Wezîrê karên derve yê Îranê li dewama sefera bo Pakistanê, roja sêşemiyê derbasî Keraçiya navenda eyaleta Sênd a vî welatî bû.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê û taxima pê re destpêka gihêştina xwe bo Keraçiyê, seredana mezara Mihemed Elî Cinah, damezînerê Pakistanê kir û piştî xwendina fatihê, bi radestkirina gulan, rêz li damezînerê Pakistanê girt.

Zerîf ku ji bo beşdariya li civîna bazirganiyê ya Îran û Pakistanê, çûye Pakistanê, ji aliyê Seyd Nasir Hisên Şah, wezîrê ragihandinê yê eyaleta Sêndê ve hate pêşwazîkirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê, berî sefera bo Keraçiyê, bi Qemer Cavîd Bacwa, fermandê hêza bejahî ya artêşa Pakistanê re li Îslam Abadê hevdîtin pêk anî û li ser mijarên dualî û navçeyê bi hev re gotûbêj kirin.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, şeva yekşemiyê, ji bo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind ên Pakistanê re li serokatiya taximeka siyasî û bazirganiyê û li ser vexwendina Xaze Mihemed Asêf, wezîrê karên derve yê vî welatî, çû Pakistanê.