Adar 12, 2018 20:33 Asia/Tehran
  •  Şemxanî: Hêrsbûna Emerîka û Rejîma Siyonîstî tê fehmkirin

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Îranê got: Hêrsbûna Emerîka, Rejîma Siyonîstî û hin welatên ewrûpî û paşvero yên erebî ji destkewtên hevpeymaniya Îran, Iraq û Sûriyê li işkestdayîna komploya parvekirina welatên navçê, tê fehmkirin.

 Elî Şemxanî, roja duşemiyê li civîna  mezin a mamosteyên besîcî yên zanîngegên  Têhranê got:  Berfirehkirina  piştgiriyên  rasterast ên eskerî û îstixbaratî yên Emerîkayê ji komên terorîstî yên mîna bereya El-Nusreyê li Sûriyê û bêdengiya  Konseya Ewlehiyê ya NY li hember van kiryaran, şopandina  siyasetên  işkestxwarî yên Emerîkayê li Iraq û Efxansitanê ye.

 Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Îranê destnîşan kir: Gelê Emerîkayê divê mîna berê xerca zêdegaviyên  pûç û bêencam ên koşka Sipî bi sermayeyên  madî û însanî bidin.

 Şemxanî  bal kişand ser alûgurên  navçê û zelalbûna  rola neyînî ya  alîgirên DAIŞ`ê li dervey navçê û got: Rola navçeyî ya Îranê  tam di xizmeta  ewlehî, aramî û pêşketina  navçeyê û rizgarkirina  xelkê ji fitneya  terorîzma tekfîrî ye.

   Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Îranê her wiha   got ku berfirehkirina  hêzên berevaniyê yên Îranê nayê muzakirekirin û destnîşan kir:  Stratejiya  neguher a Komara Îslamî ya Îranê li siyaseta derve, berfirehkirina  peywendiyên  giştalî tev welatên dost ser mêhwera  dabînkirina  berjewendî û ewlehiya neteweyî û qebûlnekirina  her cure zext û sepndina  viyana biyanî ye.