Sibat 15, 2018 15:52 Asia/Tehran
  •  Serdar Silêymanî: Qisasa xwîna Îmad  Muxniyê jinavbirina Rejîma Siyonsîtî ye

Feramndê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Qisasa xwîna Îmad Muxniyê, avêtina mûşekê û kuştina kesekî nîne, belkî qisasa xwîna Îmadên ku li Filistînê, Lubnanê û Îranê bi komploya Îsraîlê şehîd bûn, kokbirrkirina rejîma Zarokkuj a Siyonîstî ye.

 Îmad Muxniye nasiyar bi Hac Rizwan  ji fermandên  eskerî yên Hizbullaha Lubnanê bû ku li 12ê Sibata 2008`an  li Şama Sûriyê li operasyona terorîstî ji aliyê endamên Rêxistina sîxoriyê ya  Mosadê hat şehîdkirin.

 Serdar serleşker Qasim Silêymanî roja pênşemiyê li merasima  rêzgirtina ji dehemîn salvegera şehadeta  şehîd Îmad Moxniye li Têhranê got: Îro Xeze û  Lubnan berdewam ji bo Îsarîlê stresê û dilgiraniyê çêdikin û her mûşeka ku ji aliyê Filistînê tê avêtin têde  şûna tiliya  Îmad Moxniye tê dîtin.

 Fermandê hêza Sipahê Qudsê destnîşan kir: ``Îmad Moxniye, komên  filsitînî gîhande navenda berxwednê, Hamas bihêz kir û bereya Gel ji bo rizgariya Filistînê çalak kir û bi vê fikrê karî ku Gaza bike  kelayeke xurt``.

 Serleşkir Silêmanî destnîşan kir: ``Karûbarên Rejîam  Siyonîstî nîşana  nemayîndebûna  wê ye û niha  tirs û xof û êrişên  hovane yên Rejîma Siyonîstî, nîşana dawîn  hewldanên  dijmin e``.

 Wî destnîşan kir: ``Riya Îmad Muxniye û şehîdên din ên Lubnanê û Iraqê bidome û her roj serbilindiay cîhana Îslamê zêde dibe``.

 Fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba  Îslamî her wiha diyar kir: ``Navê şehîd  Îmad Muxniye jibo dijminan bi tirs û xof û jibo hevalên wî dilhêvîkir bû û şehadeta ustûreya  tevgera berxwedanê, bû sedema  ecêbgirtî mayînê û xem û xidûkeke giştî li cîhana  Îslamê pêk anî``.