Sibat 15, 2018 10:45 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Tranzît û girêdana Hindê bi Bendergeha Çabiharê ji mijarên girîng li pêwendiyên Îranê û Hindê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: "Yek ji mijarên herî girîng li warê pêwendiyên navbera Îranê û Hindê, mijara tranzît û girêdana Hindê ji riya Bendergeha Çabiharê (Başûrê rojhilata Îranê) bi Efxanistan û Asyaya Navînê ye".

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Pêncşemiyê li civîna digel nûçegihanan beriya sefera bo Hindê, sermiyandanîna li bendera Çabiharê û hesinriya bo Zahidanê ji mijarên hevkariya navbera Îranê û Hindê da zanînê û got: "Pêvajoya hevkariyên di navbera Îranê  ûHindê da li ser riyeka ewleh û durust da ye û di sefera meha Gulana sala 2016an a Naranda Modiyê serokwezîrê Hindê bo Têhranê bandoreka erênî çêbû û em hêvî dikin ku di pêşerojê da bikarin danûstandinên baştir digel welatên navçe û Hindê pêk bînin".

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: "Îran û Hind li ser mijarên navçeyî û cîhanî xwedan fukar û dilgiranuiyên hevpar in û li vê seferê derheq mijarên weke têrorîsmê dê gotûbêjê bikin".

Wî Îran û Hindistan wek du endamên girîng li Tevgera Qeydnenasan da zanîn û got: "Du welatên Îran û Hindê dê lis er mijarên navneteweyî û cîhana li halê pêşketinê gotûbêjê bikin".