Sibat 15, 2018 09:52 Asia/Tehran
  •  Taxima îranî:

Taxima îranî li civîna navnetyeweyî ya avedankirina Iraqê li Kuweytê destnîşan kir: "Alîkariya cîhanî bo avedankirina Iraqê, xebitandina sermayê ji bo girtina pêşiya dubare peydabûna kesên tundrew digre".

 Taxima îranî ku bi serokatiya Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve  beşdarê civîna  navneteweyî ya avedankirina Iraqê li Kuweytê bûye li vê civînê raghand: "Civaka  navneteweyî ji ber xercê giran ku gelê Iraqê li bereya  pêşeng a rawestana  li ber terorîstan bi nûneratiya ji hemî cîhanê kirin, deyndarê gelê vî welatî ye".

 Taxima îranî ji hemî aliyên ku beşdarê civîna avedankirina  Iraqê bûne, xwest ku bila dev ji  çavtarîtiya  siyasî û armanc û pêşşertên  jeopolîtîkî berdin û bila bala xwe bidin ser xebata ser qazanca  aramî û ewlehiya navçê û dervey navçê.

 Taxima îranî her wiha bal kişand ser vê yekê ku Îran yekim welat bû ku  ser daxwaza Iraqê ji bo rawestandina  çûyîna DAIŞ`ê ber bi aliyê Bexda û Hewlêr va, bersiv da û got: "Çalakên  îranî her wiha amadeyî hevkariya bi Iraqê re li beşa enerjî û binahiyan ji riya raberkirina zanist û îmkanatê teknîkî yên pêwîst in".

 Taxima îranî destnîşan kir: "Komara Îslamî ya Îranê ser rêzgirtina ji serweria neteweyî û yekperçetiya axa Iraqê disekine û  ji bo berevaniya ji van  prensîpan jibo  pêkanîan aramî û  pêşketinê dê dewamê bide hevkariya  bi gel û dewletê Iraqê re".

 Civîna  navneteweyî ya avedankirina  Iraqê duşemiyê, 12ê Sibatê sê rojan li Kuweytê bi beşdariya  çalakên warê bankî, bazirgan û rayedarên  siyasî yên zêde ji 50 welatên cîhanê xebata xwe destpê kir û berêvariya roja çaremiyê xebata xwe bi dawî anî.