Îran: "Siyaseta Emerîkayê, çavkaniya sereke ya bêewlehiya li Rojhilata Navînê ye"
Nûneratiya Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wek berteka li hember buxtanên nûnera Emerîkayê li vê saziyê raghand: "Piştgiriya bê şert ji siyasetên destdirêjiyê yên Rejîma Siyonîstî, çavkaniya sereke ya bêewlehiyê li Rojhilata Navînê ye".
Nîkî Hîlî, nunera Emerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ku li mideha salekê xebata xwe bi caran piştgirî daye Rejîam Siyonîstî, li civîna roja çarşemiyê ya Konseya Ewlehiyê li bara Sûriyê, hin buxtan li dijî Îran û Rûsiyê li warê bêewlehiya navçê xistin rojevê.
Li gorî rapora nûçegîhanê IRNA`yê, li daxûayniya Nûneratiya Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hatiye: "Li halekî ku li gor rastiyan Îran bi dil û can ji bo jinavbirina aloziyan li Sûriyê hewl dide, Eva dewleta Emerîkayê ye ku pêşiya her cure hewldana li vê barê digre".
Vê daxûayniyê bala xwe daye ser vê meselê ku rola Emerîkayê li berfirehkirina DAIŞ`ê û terorîzmê li navçê nayê înkarkirin û dibêje: "Mudaxileyên neqanûnî yên Emerîkayê li welatên curbicur ên navçê bi taybet li Iraq û Lîbya, Sûriye, Lubnan û Efxansiatnê bûye sedema bêewlehiya li van welatana û dûhatên nalebar li navçê".
Gotinên li dijî Îran û Sûriyê Nîkî Hîlî piştî kiryara artêşa Sûriyê li êrişa ser balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî hat hilêxistin.
Siba şemiyê,10 Sibatê, balefirên Rejîme Siyonîstî çend caran derbasî nava herêma hewayî ya Sûriyê bûn û hin navçên parzêgeha Rîfa Şamê li başûrê Sûriyê dan ber êrişan. Piştî vê kiryara balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî, sîstema berevaniya hewayî ya artêşa Sûriyê, balefireka cengê ya vê rejîmê da ber êrişan û sernixûn kir.
Sernixûniya balefira cengê ya Rejîma Îsraîlê ji aliyê hêzên sûrî va bûye sedema hêrsbûan vê rejîmê û alîgirê wê yê kevnare yanê Emerîkayê.