Sibat 14, 2018 20:13 Asia/Tehran
  • Rîyabkov: Rûsîye têkildarî neguherîna rêketinama navokî li rex Îranê ye

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsîyê bi gotina vîya ku rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê rêketinameyeke e ku têkildarî hevsengî û lihevkirinên di wê de gellek fikir hatîye kirin û dîyar kir: Moskow têkildarî neguherîna rêketinama navokî li rex Îranê ye.

Sêrgêyî Rîyabkov alîkarê wezîrê karên derve yê Ûrsêtê li rex hevdîtina digel Seyîd Ebas Iraqçî alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê li Têhranê bi pêgirîya ser piştgirîya Moskowê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê got: Hin alîyên rêektinama navokî êrişî vê rêektinamê kirine û cihanîna vê rêketinamê di demeke dijwar û hestyar a wê de ye.

Rîyabkov bal kişand ser kiryarên Amerîkayê yên têkildarî rêketinama navokî û got: Hin welat wiha nîşan didin ku tu dibê qey rêketinama navokî ser xêra welatekî pişkdarê vê rêkeitnamê nîne û ew welata jî oltîmatomê dide welatên din ên wajokirê vê rêkeitnamê ku an rêketinamê biguherînin an qewlî gotina wan pêrgî dûhatên wê bibin ku Rûsîye tam li dijî vê helwestê ye.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsîyê pêgirî kir: Guhertina vê rêketinamê dê ewê lawaz û tûşî işkestê bike.

Seyîd Ebas Iraqçî alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê jî li rex hevdîtina digel Rîyabkov got: Tu imkanek ji bo vekirina derîyê muzakirê, muzakireya dubare, serrastkirina rêketinama navokî û yan zêdekirina babetan li vê rêektinamê an her peyva ku di vî warî de bikar tînin, tineye.

Sêrgêyî Rîyabkov alîkarê wezîrê karên derve yê Ûrsêtê ji bo rawêjkaîya dewreyî ya di navbera Komara Islamî ya Îranê û Ûrsêtê de seredana Têhranê kirîye.