Sibat 14, 2018 19:49 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Ji destpêka cihanîna rêketinama navokî ve bayê 12 milyard dolarî peymanên krêdîtê hatine wajokirin

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Ji destpêka cîhanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ji Çileya sala 2016`an ve peymanên bayê nêzî 30 milyard dolarî wek krêdît hatine wajokirin ku nêzî 12 milyard dolar hatîye wergirtin.

Seyîd Ebas Iraqçî îro li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a IRNA`yê, got ku heta niha peymaneke 8 milyard dolarî digel Koreyqa Başûr, peymaneke milyonek dolarî digel Otrîşê hatîye wajokirin ku ji wan peymanên kirêdîya ji bo jordabirina asta danûistandinên ticarî yên Îranê ne û dîyar kir: Îranê bilî vîya, hin peyman jî bi Îtalya, Fransa, Çîn, Ûrsêt û Çînê re girêdane.

Iraqçî herwisan got: Ev peymanên digel Îranê di demekê de hatine wajokirin ku zextên Amerîkayê di asta herî jorîn de bûn û eva nîşan dide Komara Islamî ya Îranê li qada cîhanî tê qebûlkirin û moraleke xurt ji bo parastina rêketinama navokî li civaka navnetewî heye.

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê herwisan bal kişand ser işkestên Amerîkayê di mehên dawîyê de û got: Îranê karîye wisa li asta navnetewî serederîyê bike ku hewildanên Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji bo tenêhîştina Komara Islamî ya Îranê bêencam bimînin û Amerîka xwe tenê bimîne.

Rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ji Çileya sala 2016`an ve cih tê lê dewleta Amerîkayê wek wajokireke vê peymanê hertyim sozên di çarçova vê rêektinamê de binpê dike.