Sibat 14, 2018 19:34 Asia/Tehran
  • Zerîf: Çi ji destê Îranê were ji bo avakirina Iraqê dike

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf got: Komara Îslamî ya Îranê çawaku li şerê li dij terorîstan li kêleka gelê Iraqê bû niha li dema avakirina vî welatî jî wê bi tenê nahêle û her karek ku ji destê wê were bo vê yekê dike.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro li derveyî konferansa navneteweyî ya avakirina Iraqê li Kuweytê bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtin pêk anî û jê re got: Iraq şirîkê girîng yê siyasî û aborî ji Îranê re ye.

Zerîf desnîşan kir ku gelê Îranê û navendên aborî û ticarî yên îranî pir hez dikin li Iraqê bixebitin û sermaya xwe bikar bînin û di vê çarçovê de hêvîdariya xwe diyar kir pêwendî û hevkariyên du welatan li warên aborî û ticarî bi awayekî berbiçav zêde bibin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî li vê hevdîtinê rola Îranê li şerê li dij DAIŞê û azadkirina axa Îranê ji bin destê terorîstan pir erênî û kêrhatî da zanînê .

Ebadî herwiha beşdariya kompaniyên îranî li avakirina Iraqê û cihanîna projeyên avakirinê pir girîng û bi feyde da zanîn.

Konferansa navneteweyî ya avakirina Iraqê ji roja duşemê 12 Sibatê li Kuweytê de bi beşdariya xebatkarên warên bankî, ticarî û bi beşdariya rayedarên aborî û siyasî yên 50 welatan dest bi kar kiriye.