Sibat 14, 2018 18:19 Asia/Tehran
  • Iraqçî û Riyabkov li Têhranê bi hev re gotûbêj kirin

Alîkarê pişka siyasî ya wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê û alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyê li Têhranê, li ser mijarên dualî û pêvajoya dawîn a cihhatina Lihevkirina Navokî, gotûbêj kirin.

Ebas Iraqçî, roja çarşemiyê, li rex hevdîtina bi Sergei Ryabkov (Sêrgêy Riyabkov), alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyê, li ser cihhatina Lihevkirina Navokî û axiftinên rayedarên amerîkî li bara Lihevkirina Navokî, got: Peywendiyên yên din bi Amerîkayê re ji bo îranê girîng nine lê helwêsta Îranê eva ye ku Lihevkirina Navokî divê bêkêmasî cih were.

Alîkarê pişka siyasî ya wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê, destnîşan kir: Tu gutûbêjeka dubare ya ser Lihevkirina NAvokî wê pêk neyê û helwêstên Îran, Rûsye, Çîn û sê welatên ewrûpî jî di vî warî de zelal in.

Iraqçî destnîşan kir: Vebûna gotûbêjê, gotûbêja dubare, çaksaziya Lihevkirina Navokî yan jî pêveka li Lihevkirina Navokî yan her çiya ku tê binavkirin, qet pêkan nînin û wê nebin jî.

Ebas Iraqçî, destnîşan kir: Lihevkirina Navokî, sozeka navneteweyî ji bo hemî welatan e ku beşdarî wê bûne û ev soza ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ve bûye sozeka navneteweyî.

Alîkarê pişka siyasî ya wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê, herwiha li ser naveroka gotûbêjên bi alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyê re got: Rûsye yek ji piştgirên cidî yên Lihevkirina Navokî bû û li dema gotûbêjên navokî û cihhatina Lihevkirina Navokî gelek alîkarî kirine û hêvî heye bi şêwirînên her du welatan li astên curbicur, berjewendiyên Îran û Rûsyê dabîn bibin.

Sêrgêy Riyabkov, alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyê, ji bo şêwirîn û gotûbêjên dewrî yên di navbera Komara Îslamiya Îranê û Rûsyê de, seredana Têhranê kiriye.