Sibat 14, 2018 18:15 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Erebistanê dîsa Îran tawanbar kir

Wezîrê karên derve yê Erebistanê Adil El-Cubeyr li dewama gotinên xwe yên pûç û bê bingeh li dij Îranê dîsa îdia kir ku Tehran li Iraqê de roleke xirabkarane û neyîn dilîze.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê Adil El-Cubeyr li di gotûbêja xwe ya bi kanala Îmaretî ya Sky Newsê re îdia kir ku kar û kiryarên Îranê Tehran li Iraqê de ji bo îstiqrar û ewlekariya vî welatî pir bi taluke ne.

Îdiaya Wezîrê karên derve yê Erebistanê li dij Îranê di rewşekê de ye ku rayedarên iraqî bi caran diyar kirine ku rola Komara Îslamî ya Îranê ji bo alîkariya Iraqê li şerê li dij terorîstan pir kêrhatî û ereênî ye û li vê babetê de bi caran pesna Îranê dane.

Serokwezîrê Iraqê li 25 Çileya 2018 li hevpeyvîna xwe bi CNNê ya Amerîkayê re got: Piştgiriya welatên navçê yên wek Îranê ji Iraqê bû sedema têkçûna koma terorîst a DAIŞê.

Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm li hevpeyvîna xwe bi rojnama erebistanî ya Ukazê re jî got: Îranê ji despêka êrişên DAIŞê ser Iraqê alîkariyên mirodostane û leşkarî yên zav ji Iraqê re şandin.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê Adil El-Cubeyr li bara Koma Terorîst a DAIŞê jî ku vî welatî bi hevkariya hevpeymanên xwe û Amerîkayê ew çêkiribû îdia kir: Riyaz bi endîşe ye ku DAIŞ derbasî nav Lîbya û welatên din ên Afrîqayê bibe.