Sibat 14, 2018 18:00 Asia/Tehran
  • Tawanbarkirina Îranê ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê ve li Urdinê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, îdia kir Komara îslamiya Îranê li Sûriyê bûye maka bê ewlehî û bê bê istiqrariyê li navçê.

Rêks Tîlêrson, roja çarşemê li civîna hevpar a çapemeniyê ya ligel Eymen El Sefdî, wezîrê karên derve yê Urdinê, li bajarê Emanê, îdia kir Îran û hêzên wê û hemî komên ku Îran pişta wan digire, divê ji Sûriyê derkevin.

Ew di rewşekê de îdiayeke wiha dike ku Elî Ekber Wilayetî, şêwirmendê rêberê giranqedr ê înqilaba îslamî li karûbarên navneteweyî, roja çarşemiyê li Têhranê, destnîşan kir: Îran li ser vexwendina dewleta qanûnî ya Sûriyê, li vî welatî ye, her ji ber vê yekê divê ew kes ji Sûriyê derkevin ku bêyî vexwendina dewleta Sûriyê, derbasî vî welatî bûne.

Amerîka bi mihaneya sekinîna li hember terorîsma ku bixwe rola wî li pêkhatina wê hebûye, bêyî îzna dewleta Sûriyê, hêzên xwe birine bakûra vî welatî û çend bargehên leşkerî jî li navçeyên curbicur ên Sûriyê pêk anîne.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê herwiha bêyî berçavgirtina rola xirabkir a Amerîkayê li navça rojavaya Asyayê bi taybet li Sûriye û Filistînê, îdia kir Donald Trump serokomarê Amerîkayê, pêbend û girêdaiyê aştiya li Rojhilata Navînê ye.

Tîlêrson li hember jordaxistina balafira cengî ya îsraîlî ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Sûriyê jî bertek nîşan da û nîgeraniya xwe li hember alûgorên vê dawiyê yên li Gulana dagîrbûyî diyar kir.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê herwiha li bara çalakiya  Hizbulaha Libnanê li vî welatî got: Divê meriv ji xwe mukur were ku Hizbulah pişkek ji pêvajoya siyasî ya li Libnanê ye.