Sibat 14, 2018 17:53 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê û serokwezîrê Iraqê li Kuweytê bi hev re gotûbêj kirin

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê û Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê roja çarşemiyê li rex Civîna Navneteweyî ya Jinûveavedankirina Iraqê li Kuweytê, bi hev re hevdîtin pêk anîn û li ser hevkariya di warê aborî û ewlehiyê di navbera TÊhran û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, berî niha jî bi Cabir El Ehmed El Cabir El Sebah, mîrê Kuweytê re hevdîtin pêk anîbû û her du aliyan li ser rêbazên baştirkirina peywendiyên dualî û meselên navçeyî gotûbêj kirin.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê û Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî sêşemiyê bi şev li rex Civîna Navneteweyî ya Jinûve avedankirina Iraqê li Kuwêytê, bi hev re hevdîtin pêk anîn.

Civîna Navneteweyî ya Jinûve avedankiirna Iraqê, ji roja duşemiyê 12`ê Sibatê ve bo mideha sê rojan li Kuweytê bi beşdariya çalakvanên di warê karên bankî, bazirgan û rayedarên siyasî yên zêde ji 50 welatên cîhanê karê xwe destpê kiriye.